PDK û YNK: Gavên erênî û pêşketinên baş çêbûne

Herdu şandên danûstandinan yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PKK) dibêjin, di civîna wan a li ser avakirina hikûmetê de, gaveke erênî û pêşketineke baş hebû.

15.04.2025, Sal - 15:43

PDK û YNK: Gavên erênî û pêşketinên baş çêbûne
Nuçe Belav bike

Şandên PDK û YNKê ji bo gotûbêjkirina avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro 15ê Nîsanê li Hewlêrê civiyan.

PDK û YNKê di daxuyaniyeke hevbeş de diyar kirin “Civîn di atmosfereke dostane û erênî de derbas bû û gavên avakirina kabîneya nû hatin gotûbêjkirin.”

Li gorî daxuyaniya hevbeş, gotûbêjên di navbera YNK û PDKê de li ser avakirina Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, gaveke erênî û pêşketinên baş bidest xistine. Di rojên bê de jî civîn berdewam dibin.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de hatin kirin, tê de PDKê 39 kursî û YNKê 23 kursî bidest xistin.

Kabîneya Nehem ji 18 wezaretan û sê wezîrên herêmê pêk dihat, posta Serokwezîr ji PDKê û posta Cîgirê Serokwezîr ji YNKê, 9 wezaret ji bo PDK, 5 wezaret ji bo ynk û 4 wezaret ji bo Tevgera Gorranê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 86 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:41:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x