PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin

Sibel i paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê di navbera aliyên Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) civînek wê were lidarxistin.

10.01.2017, Sal - 11:39

PDK û YNK bi beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî û Mele Bextiyar li hev dicivin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Kurdistan24ê biryar e ku aliyên PDK'ê û YNK'ê sibe li Hewlêrê li hev bicivin û li ser peywendiyên di navbera her du aliyan de û çareserkirina kêşeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê gotûbêjê bikin.

Hat diyar kirin ku şanda PDK'ê wê di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî de, şanda YNK'ê jî wê di bin serokatiya Berpirsê Desteya Karûbarên Mektebê Siyasî yê YNK'ê Mele Bextiyar de beşdarî vê civîna dualî bibe.

Her wiha tê zanîn ku Mektebê Siyasî yê PDK'ê duh ji bo destpêkirina gera duyem a ji bo aliyên siyasî civînek lidarxistibû. Hêjayê gotinê ye ku şanda PDKê piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di 20ê Mijdara 2016'an de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî bi peyamekê bangî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kiribû, dest bi serdanên xwe kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x