PDK û YNK komîteyeke hevpar serxwebûna Kurdistanê

Civîna li Hewlêrê ya di navbera Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) de bi dawî bû û her du aliyan di encama civînê de belavokeke hevpar îmzekirin û ragihandin.

11.01.2017, Çar - 14:19

PDK û YNK komîteyeke hevpar serxwebûna Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Îro li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê şanda PDK'ê ya di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Giştî yê PDK'ê Nêçîrvan Barzanî de û şanda YNK'ê ya di bin serokatiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî de li hev civiyan û di encama civînê de belavokek hevpar a 5 xalî ragihandin.

Her du aliyan di xala yekemîn a wê belavoka hevpar de diyar kirin ku di civînê de di derbarê pêşxistin û guncandina peywendiyên her du aliyan gotûbêj hatine kirin û hat got, "Bi taybetî jî mijarên wekî desthilatdarî, peywendiyên Kurdistaniyan, peywendiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê yên bi Hikumeta Federal a Iraqê û welatên din ên cîhanê re hatin nirxandin."

Di xala duyemîn a belavokê de hat destnîşankirin ku, "Ew ê hewl bidin ku kêşeyên siyasî yên bi hêzên siyasî yên perçeyên din ên Kurdistanê re çareser bikin, wê rêz ji serweriya yaseyê re were girtin û derstûr neyê dayîn ku tevlî karûbarên din bibin."

Aliyan di xala sêyemîn de li ser pirsgirêka darayî û mûçeyên Herêma Kurdistanê rawestiyan û di belavokê de gotin, "Her du alî di warê çaerserkirina qeyrana darayî de wê piştgiriya hikumeta Herêma Kurdistanê bikin û di warê dabînkirina mûçe, neft û gazê de şefaftir bin."

Di xala çaremîn de li ser peydakirina rêbazên guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybetî li ser mijara çalakirina parlamentoya herêmê hat lihevkirin.

Şanda PDK'ê û YNK'ê di xala pêncemîn a belavokê de jî diyar kirin ku wê ji bo nûnertiya aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên din ên li Herêma Kurdistanê komîteyeke hevpar were damezirandin. Her wiha ev komîteya hevpar wê di derbarê xala 140'emîn a destûra bingehîn a Iraqê de jî bi Hikumeta Iraqê û hemû aliyên têkildar re guftûgoyan bikin.

Herî dawiyê di xala 6emîn de hat diyar kirin ku civînên di navbera her dua liyan de wê berdewam bikin, da ku zû bi zû encamekê bidest bixin û karibin ji bo kêşeyan çareseriyên guncaw peyda bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1079 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x