Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê Şewket Berbuharî ji K24ê re got, ji bo xizmetkirina zêdetir bi penaberên Rojavayê Kurdistanê re û nehîştina rûtînên îdarî û wek karasanî ji welatiyan re, ji hefteya bê ve derbasbûna her koçberekî di deriyê Pêşabûrê re bo Rojavayê Kurdistanê dê bi riya “online” be û her penaberekî Rojavayî yê ku li Herêma Kurdistanê dijî, dikare ji mala xwe ve û bi rêya vê lînkê, daxwaza xwe pêşkêş bike û dema çûna xwe jî werbigire.
Berbuharî derbarê hatina ji Rojavayê Kurdistanê de got ku ji Tîrmeha sala borî ve, hatina ji Rojava bo Herêma Kurdistanê bi riya “online” e û ji niha û pê ve, çûn û hatin dibe “online” tê birêkxistin.
Barbuharî got: Ne tenê hatin û çûn, lê belê sîstema bac û dahatê jî bi awayekî rêkûpêk û zelal li vê deriyê hatiye organîzekirin.
Berbuharî ragihand jî, “Hikûmeta elektronîk yek ji armancên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û di van çar salên borî de karekî cidî ji bo wê hatiye kirin û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe serperiştiya wê dike.”
Deriyê Pêşabûrê ku li aliyê Rojavayê Kurdistanê navê wê “Sêmalka” ye di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de ye û riyeke sereke û girîng ê çûnûhatina xelkê, aborî û rêxistinên mirovî û yên ser bi Netewên Yekgirtî ve ye.