Îro 14 Nîsanê û 29emîn salvegera operasyona Enfalê ye ku rêjîma Beisî ya Iraqê li dijî gelê kurd li Başûrê Kurdistanê bicîh anî. Di encama vê operasyona reş de, derdora 182 hezar kurdên sivîl û bêguneh hatin şehîdkirin û wendakirin. Heta niha jî nayê zanîn beşek ji wan li ku hatine veşartin û çi hatiye serê wan.
Bi vê helkeftê Hikûmeta Kurdistanê peyamek belav kir. Di wê peyamê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye gotin ku mixabin ji dema ku rêjîma Beis hat hilweşandin ve heta niha hikûmeta Iraqê nekariye, ne di warê maddî ne jî di warê manewî de mexdûrên Efanlê qerebû bike.
Di peyama hikûmetê de her wiha hatiye gotin ku hikûmeta Kurdistanê xizmetkirina malbatên Enfalkiriyan û şehîdan wek wezîfeya xwe ya herî girîng zaniye û çi ji dest hatiye kiriye û dê bike jî.
Hikûmeta Kurdistanê behsa hovîtiyên DAIŞê li hember Kurdistanê bi taybet kurdên êzîdî jî kiriye û ragihandiye, piştî nemana jenosîda Efnalê, enfaleka din bi navê DAIŞa reş bi ser gelê Kurdistanê bi taybet Şingala ezîz û birayên me yên êzîdî de hat lê bi mêrxasiya Pêşmerge û zarokên Şingalê û alîkariya hêzên hevpeyman ev jî şikest û rûreşî bû para wan.
Di beşeka din ya peyama hikûmetê de hatiye xuyakirin ku êdî gelê Kurdistanê ne tenê ye û di tarîtiyê de nîne ji ber ku xwedan dost û hevalbendên bihêz e. Lê baştirîn û bihêztirîn mertal li hember hemû cure êriş û komplo, yekrêzî û yekdengiya hemû partiyên Kurdistanî û gelên Kurdistanê ye.