Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya kurê Pêşewa Qazî Mihemed Elî Qazî peyameke sersaxiyê ji malbata wî re şand.
Deqa peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi xemeke mezin min koça dawî ya birêz Elî Qazî, kurê Pêşewa Qazî Mihemed bihîst. Ez sersaxiyê ji malbata Pêşewa Qazî re dixwazim û hevî û xema wan parve dikim. Hêvî dikim ku ji Xweda re sebrê bide giyanê nemir birêz Elî Qazî.”
Înna lîllahî we înna îlahî raciun
Mesûd Barzanî