Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Hezîrana 2023an peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê de nivîsî: “Di roja yekem a ezmûna pola 12an amadeyî de, hêviya serkeftin ji xwendekaran re dixwazim û daxwaz ji malbat û mamosteyên wan dikim ku di aramiya derûna wan de alîkar bin.”
Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî nivîsî: “Xwendevanên xweşewîst, di her warî de be, Kurdistaneke bihêztir pêwîstiya wê bi we heye û ez bi şiyanên we bawer im.”
Li Herêma Kurdistanê îro şemiyê 03.06.2023an bi beşdariya 117 hezar û 364 xwendekaran, ezmûna pola 12 a amadeyî dest pê kir.