Piştî 12 salan yekem car e Başûrê Kurdistan ewqas dicemide

Sirûseqeqma li Başûrê Kurdistanê berdewam e, ji ber barîna berfê rêyên bi dehan gundan hatine girtin û duh bi şev li hinek herêman pileya hewayê ket di bin sifrê de 16ê.

02.02.2017, Per - 10:18

 Piştî 12 salan yekem car e Başûrê Kurdistan ewqas dicemide
Nuçe Belav bike

Sirûseqeqma li Başûrê Kurdistanê berdewam e, ji ber barîna berfê rêyên bi dehan gundan hatine girtin û duh bi şev li hinek herêman pileya hewayê ket di bin sifrê de 16ê.

Rêveberê Meteorolojiyê Fazil Îbrahîm ragihand ku li herêma Hecî Omer a Hewlêrê ku sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, pileya hewayê heta di bin sifrê de 16ê daketiye.

Fazil Îbrahîm diyar kir ku ji sala 2005ê li Herêma Kurdistanê û Iraqê cara Yekem e bi ewqasî nizm bûye.

Li çend bajarên Başûrê Kurdistanê di heyama 24 seatên dawiyê de pileya hewayî wiha hatiye pîvan:

Hewlêr: -3

Silêmanî: -6

Duhok: -4

Helebce: -2

Kelar: -2

Helşo: -10

Heci Omeran: -16

Çoman: -13

Soran: -7

Kanî Masî: -13

Akre: -5

Barzan: -7

Amedî: -9

Ji ber serma û barîna berfê dewam hatiye rawestandin

Ji ber daketina pileyên germê û pêla barîna berfê, îro Pêncşemê li Silêmaniyê betlane hat ragihandin.

Nivîsîngeha ragihandina parêzgeha Silêmaniyê ragihand ku îro roja Pêncşemê ji ber daketina pileyên germê û pêla berfê ya ku Silêmanî jî daye ber xwe, îro betlane ye.

Di daxûyaniya ragihandina parêzgeha Silêmaniyê de hat gotin, ev betlaneya ku hatiye ragihandin, hêzên ewlekariyê û fermangehên xizmetgûzariyê nagre nava xwe.

Her wiha Elî Osman, parêzgarê Helebce yê bi wekalet jî ragihand ku ji ber daketina pileyên germê û barîna berfê îro Pêncşemê li tevahiya parêzgeha wan dewam tine ye.

Birêveberê Hewanasî û Erdhejiya Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm ragihand ku rêjeya barîna berfê li sînorê Başûrê Kurdistanê nêzîkî metreyekê bûye û dê di navaçend rojên bê de pileyên germê ji 2 heya 5 derece dibin sifrê de dakevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1047 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:23:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x