PKK bi pere û fermana Bexdayê li Şingalê dimîne!

Çavdêrekî siyasî dibêje, hêzên PKKê yên li Şingalê, bi eşkere pere ji Bexdayê distînin û bi fermana Bexdayê jî kar dikin.

21.01.2017, Cts - 11:10

PKK bi pere û fermana Bexdayê li Şingalê dimîne!
Nuçe Belav bike

Çavdêrê siyasî û parlamenterê berê yê PDKê li parlamentoya Iraqê, Mueyed Teyîb ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hebûna hêzên PKKê li Şingalê bûye serêşî ji Herêma Kurdistanê re. Divê PKK bixwe fêm bikin ku zêdetir nebin metirsî li ser Herêma Kurdistanê.

Mueyed Teyîb her wiha gotiye, xelkê Şingalê êdî naxwazin hêzên PKKê li devera Şingalê bimînin ji ber ku dizanin eger ew li wir bimînin dê ew der aloz bibe. Eger PKK bi rastî dixwaze xebat bike bila derbasî Kurdistana Bakûr bibe û emê jî di xebata sivîl de piştevaniya wan bikin.

Wî çavdêrê siyasî daye zanîn ku hikûmeta Iraqê di warê darayî de alîkariya PKKê dike da ku li Şingalê bimîne û gotiye, ez gelek caran li dû vê mijarê çûme û êdî PKK jî vê yekê venaşêre ku Bexda alîkariya wan dike û bi fermana Bexdayê jî kar dikin. Armanca Bexdayê ew e ku kêşe ji Herêma Kurdistanê re derxîne!

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1609 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:12:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x