Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê alîkariyên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji roja destpêkê ya erdhejê ve, yekser dest bi gihandina alîkariya bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kiriye, herwiha yekemîn dezgeha xêrxwaziyê bûye ku alîkarî gihandine Efrînê.

18.02.2023, Cts - 07:05

Rapora Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbarê alîkariyên ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Li gor rapora nehem a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, alîkariyên ji 10 beşên cuda pêşkêş dike û li herdu welatên Tirkiye û Sûriyê dabeşkirina alîkariyan berdewam e.

Di raporê de hatiye eşkerekirin, heta niha ji bilî sobe, betanî, xurekên bilez, alîkariyên bijîşkî, cilûberg, şîrê zarokan, ava vexwarinê, amûrên avahîsaziyê û xureka hişk, dezgehê 27 hezar û 900 danên xwarina amadekirî û 2 hezar û 537 kon belav kirine.

Roja 6ê Sibata 2023an, piştî çend demjimêrek ji rûdana erdhejê, li jêr rênimayên Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Desteya Damezrîner yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, tîmên rizgarkirinê yên saziyê û karwanên hawarçûnê ji bo alîkariya ziyandîtiyên erdhejê, ber bi Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi rê ketin, piştre jî çûn Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:56:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x