Rûsya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de çi dibêje!

Tê zanîn ku Kremlîn heta niha li ser serxwbûna Başûrê Kurdistanê ti daxuyaniyeke neyînî ne daye. Heta, di wê demê de ku dewletên rojavayî bi awayekî zelal dijî cudabûna Kurdistanê ji Îraqê derdikevin, rêveberiya Rûsyayê bi zimanê dîplomatîk be jî, piştgirî bi mafê diyarkirina çarenûsa gelê kurd dide.

10.10.2017, Sal - 12:04

Rûsya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de çi dibêje!
Nuçe Belav bike

Parlemaneterê Partiya desthilatê ya Rûsyayê pêgehê Kremlînê bi siyaseta wê ya pragmatîk ve girê dide û destnîşan dike ku rêzgirtina mafê diyarkirina çarenivîsa neteweyan jî, yek ji prensîpên sereke yên hiqûqa navneteweyî ye.

Parlamenterê DUMA-yê ji Partiya Rûsyaya Yekgirtî Yevgniy Fedorov axaftina xwe ya ku Rûdawê de kiriye wiha got: “Rûsya tenê di çarçoveya hiqûqa navnetweyî de tev digere. Di hiqûqa navnetewyî de du prensîp hene, ya yekê yekparetiya dewletan a li gor encamên Duyemîn Şerê Cîhanê ye. Ya duda jî, Mafê destnîşankirina Çarenûsa Neteweyan e. Roja îro li ser vê mijarê Rûsya hêj bîryar ne daye, ka di hiqûqa navneteweyî de kîjan prensîp jê re giringtir e. Lewma jî, bi dilniyayî Rûsya ne dijî cudabûna Kurdistanê ji Îraqê ye."

Li ser serxwebûna Başûrê Kurdistanê nêrîna partiyên mixalif ên DUMAyê jî, ji ya desthilata Rûsyayê cudatir nîne. Bi nêrîna paramenterê Partiya Rûsyaya Dadwer, sempatiya Rûsyayê bo gelê kurd dîrokî ye.

Parlamentrê DPMAyê ji Partiya Rûsyaya Dadwer Mîxayîl Yemelyanov jî got: “Ji aliya hemû akterên cidî, yên ku di şanoya Rojhilata Navîn de beşdarî dikin, baş dihat zanîn ku Kurdistan dê ber bi serxwebûna ve biçe. Lewma jî bi awayekî sirûştî, Rûsya jî tê de, hemû alî jê re amade bûn. Ji aliyê din, Rûsya her tim alîgirê gelê kurd bûye. Dîroka sedsala dawî jî, bi awayekî vekirî nîşan dike ku sempatiyeke mezin a Rûsyayê bo gelê kurd heye û her tim piştgiriya wî kiriye. Lewma jî, pêgehê Rûsyayê ku îro piştgiriya serxwbûna Kurdistanê dike, ne şaşwazker e. "

Di kûlîsên DUMAyê de proseya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi berdewamî dibin mijara gengeşiyên germ. Yekane nîgaraniya siyasetmedarên rûs ew e, ku Kurdistana serbixwe di dahatuyê de dijî berjewendiyên Rûsyayê tev negere.

rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1005 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x