Şanda kurdistan şertê referandûmê radestê Bexda'yê kir

Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê (Ya Şîeyan) daxwaza paşxistina referanduma Herêma Kurdistanê dike û li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê jî çend şert û merc danîne pêşberî rayedarên Iraqê.

17.08.2017, Per - 09:57

Şanda kurdistan şertê referandûmê radestê Bexda'yê kir
Nuçe Belav bike

Şeva bihorî 16ê Tebaxa 2017ê, şanda Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê re ku mezintirîn sîvana partî û aliyên siyasî yên şîeyên Iraqê ye, civiya.

Endamekî şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê ku nexwest, navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re ragihand, ku Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê daxwaza paşxistina referandumê li Herêma Kurdistanê kiriye, lê belê şanda referandumê ji wan re ragihandiye, ku eger mercên wan neyên cîbicîkirin û Netewên Yekgirtî û welatên zilhêz jî çavdêriya gotûbêj û rêkevtinên navbera Hewlêr û Bexdayê nekin, Herêma Kurdistanê ne amade ye, ku referandumê paş bixe.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji şanda Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê ve bi dest xistine, daxwazên sereke yên Kurd ji Bexdayê ev in: Cîbicîkirina madeya 140 a destûrê, Vegerandina bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, Vegerandina pişka Kurd di hikûmeta navendî de, Zêdekirina rêjeya Kurd di artêşa Iraqê de û çend daxwazên din.

Şanda Herêma Kurdistanê ji aliyê iraqî re gotiye, ku divê ew daxwazên Kurdistanê di demeke diyarkirî de bihêne cîbicîkirin.

Herwiha şanda Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku ji bo encamdana her rêkevtinekê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, pêwîst e ku Netewên Yekgirtî û Amerîka û welatên din ên zilhêz beşdar bin û çavdêriya gotûbêjên navbera her du aliyan bikin.

Li gorî zanyariyan, şanda Kurdistanê herwiha ji Hevpeymaniya Niştimaniya Iraqê re gotiye, ku divê paşxistina referandumê bi nivîskî be û welatên Encumena Asayişa Navdewletî agahdar bin û piştî demekê, ku wiha tê texmînkirin, heta piştî hilbijartinên Iraqê be, Kurdistan referanduma xwe saz bike.

Ew yek di demekê de ye, ku roja sêşembiya vê heftiyê, Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê, Roj Nûrî Şawêys piştî encamdana çend civîn û hevdîtinan ragihandibû, ku daxwaza paşxistina referandumê li wan hatiye kirin û tekez kir, ku şanda Kurdistanê bi paşxistina referandumê razî nebûye.

Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê herwiha gotibû: “Me jî ji wan re got, ku bawerî bi sozên Bexdayê nayê kirin, niha jî divê referandum weke çareser were dîtin.”

Biryar e şanda Encumena Bilind a Referandumê ya Herêma Kurdistanê heta roja duşembiya dahatî li Bexdayê bimîne. Herwiha şanda Kurdistanê biryar e, ku di roja yekşembiya dahatî de jî nexşerêyekê bide Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê û aliyê iraqî jî dê her heman rojê nexşerêya xwe pêşkêşî şanda Kurdistanê bikin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 1133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:06:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x