Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêrê dike

Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêr û Bexdayê dike

23.08.2022, Sal - 11:14

Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêrê dike
Nuçe Belav bike

Şandeke Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêr û Bexdayê dike û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê jî dibêje: “Şand berpirsê dosyeya Iraqê ne li Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê û bo çend dosyeyan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.”

Îro Sêşembê 23ê tebaxa 2022ê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dilawer Ajgeyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Biryar e meha Îlonê, şandeke Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêr û Bexdayê bikin û derbarê pêkanîna hikûmetê, rewşa navxwe ya Iraqê, asayîş û DAIŞ, aborî û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de ligel berpirsên payebilind ên Bexda û Hewlêrê bicivin.”

Dilawer Ajgeyî got: “Ligel şandê, serokên çend fraksyonan jî hene. Destpêkê diçin Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê dikin.”

Ajgeyî da zanîn ku Serokatiya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê li ser serdana şandê razî bûye û eger pirsgirêkek neyê pêş, şanda navborî destpêka meha bê serdana xwe dikin û raporekê li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên wan didin Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:06:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x