Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê û egera rêkeftinê heye

Nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê amaje bi wê yekê dike ku şandeya herêma Kurdistanê geheştiye Bexdayê û piştî demeke din dê li gel serokwezîrê Iraqê bo pirsa budceyê bicivin.

23.11.2019, Cts - 09:34

Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê geheşt Bexdayê û egera rêkeftinê heye
Nuçe Belav bike

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragehand, şandeya herêma Kurdistanê geheştiye Bexdayê ku ji serokê dîwana encûmena wezîran Dr. Umêd Sebah, wezîrê darayî Awat Şêx Cenab, wezîrê herêmê Xalid Şiwanî û sekreterê encûmena wezîran Amanc Rehîm û nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê Faris Îsa pêkhatiye.

Herwaha got, îro 23.11.2019ê berî nîvro demjimêr 11:00ê dê li gel serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hevdîtin û civîn pêkbê.

Herwaha hêvî jî xwest bigehin rêkeftinê û got: ‘’Hîn projeyasaya budceya 2020ê ya Iraqê temam nebûye, divê daxwazên xwepêşanderan û kurdan jî di budceyê de bê bicîh kirin, piştre projeyasa li encûmena wezîran ve dê biçe parlamentoyê.

Faris Îsa got: ‘’Ez geşbînim îro em li gel serokwezîrê Iraqê bigehin rêkeftinê.’’

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 736 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x