Şaxewan Ebdula: Me li hev kir ku givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Civîna me ya bi Serokkomarê Îraqê û serokên firaksiyonên Kurdistanî re li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û yekdengiya Kurdan li Bexdayê erênî bû, herwesa nûnerên Kurdan li hev kir ku ji bo çarekirina arêşeya mûçeyan givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê.”

02.09.2024, Pts - 10:06

Şaxewan Ebdula: Me li hev kir ku givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula di konferanseke rojnamevanî de got, “Me wekî firaksiyonên Kurdistanî li hev kir ku, ji bo çarekirina arêşeya mûçeyan givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê. Herwesa divê em hemî tekîdê li mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bikin.”

Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Civîna me ya bi Serokkomarê Îraqê û serokên firaksiyonên Kurdistanî re li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û yekdengiya Kurdan li Bexdayê erênî bû, mûçeyên Tîrmehê û tebaxê hatine çarekirin û di van çend rojan de tên şandin.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de got, “Em bizavê dikin ku arêşeya mûçeyên meha Tebaxê jî bê çarekirin ji bo ku li van nêzîkan bên parvekirin, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li cem me ji karên pêşiyê ye.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê di derheqa pereyê genimê cotyaran de jî got, “Me nivîsarek arasteyî Serokwezîrê Îraqê kir û wî razîbûna xwe diyar kir ku, pereyê cotyarên Herêma Kurdistanê bê şandin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 193 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:01:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x