Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî tawîz nade

"Li gorî sîstema federalî, Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê û hemû sazî xwediyê rewatiya destûrî ya temam in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mafên xwe tawîz nade."

16.06.2023, Cum - 05:55

Sefîn Dizeyî: Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî tawîz nade
Nuçe Belav bike

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di ahenga Roja Niştimanî ya Filîpînê de ragihand, ew hêvîdar in ku pêwendiyên ligel welatê Filîpînê baştir bibin. Derbarê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya sîstema federalî de jî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê ji mafên xwe yên destûrî tawîz nade.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Safîn Dizeyî di merasîma roja niştimanî ya Fîlîbînê de ragihand ku, hejmareke berçav ji welatiyên Filîpînî li Kurdistanê kar dikin û pêwendiyên me yên baş ligel Filîpînê hene.

Sefîn Dizeyî got: "Em hêvîdar in ku têkiliyên xwe yên bi Filîpînê re di warê dîplomasî, aborî û warên din de bi pêş bixin."

Derbarê daxwaz û hemahengiya civaka navdewletî li ser pirsa hilbijartinan, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku civaka navdewletî piştevaniya lidarxistina hilbijartinan dike. Herwiha got, pêwîst e hemû aliyên siyasî piştevaniya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bikin.

Dizeyî derbarê mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya sîstema federalî de jî got, li gorî sîstema federalî, Herêma Kurdistanê û hikûmeta wê û hemû sazî xwediyê rewatiya destûrî ya temam in û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji mafên xwe tawîz nade.

Herwiha Dizeyî got, Herêma Kurdistanê piştevaniya navdewletî heye û serdana Wezîrê Navxwe bo Amerîkayê jî di çarçoveya wê piştevaniyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:04:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x