Di hevdîtinê de, Konsulê Koreya Başûr dilxweşiya xwe nîşan da ku weke Konsulê welatê xwe li Herêma Kurdistanê dest bikar bûye û rola gelê Kurd û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku ji bo azadî û parastina aramî û asayîşê tekoşîn kirine, bilind nirxand.
Konsulê nû yê Koreya Başûr behsa pêwendiyên dostane yên di navbera gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Koreya Başûr de kir û amadeyiya xwe jî bo bihêztir û berdewamkirina wan pêwendiyan di hemû waran de nîşan da.
Serok Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û spasiya gel û hikûmeta Koreya Başûr û hêza Zeytûn a Koreya Başûr jî kir ku hevkariya Herêma Kurdistanê kirine û hêvî kir ku têkiliyên dualî zêdetir bipêş bikevin.
Rewşa siyasî û bûyerên vê dawiyê yên navçeyê bi giştî, mijareke din a hevdîtina Serok Barzanî û Konsulê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê bû.