Baregayê Barzanî belav kiriye, “Serok Barzanî îro (Çarşem, 13.03.2024) li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir û her du aliyan di wê civînê de dîtin û nerînên xwe li ser hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û biryarên Dadgeha Federalî li hev guhertin”.
Herwesa rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Perlemana Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekî din ê hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê bûn.