Serok Barzanî: Pêwîste pêngavên proseya çaksaziyê ji bo xelkê bêne zelal kirin

Roja şemî li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîneke berfireh ya dûvdaçûna proseyên çaksaziyê kir.

08.01.2017, Paz - 07:38

Serok Barzanî: Pêwîste pêngavên proseya çaksaziyê ji bo xelkê bêne zelal kirin
Nuçe Belav bike

Li vê civînê de ku bi amadebûna rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmetê, Dr. Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakî, Hakim Cewad Fetah Axa Serokê Dawakarê Giştî, Hakim Bengîn Serokê Encûmena Dadwerî bi Wekalet û Xalîd Hadî Çawişlî Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî, birêveçû, Serok Barzanî armanca civînê xisterû ku ji bo nirxandina proseyên çaksazî û rûbirûbûna gendelî û dirustkirina hemahengiya zêdetirê hemû saziyan û destnîşankirina mekanîzma dûvdaçûn û bi cîhkirina hengavên pêwîstin.

Li vî derbarî de Serok Barzanî ragihand ku raste prose destpêkiriye, lê belê pêwîste hemahengiya zêdetir hebê û rûnkirin û agahdarkirin berdewam di derbarê hengavên proseyê ji bo raya giştî hebê. Paşê Serok Barzanî daxwaz ji amadebûyan kir têbîniyên xwe yên di derbarê hengavên vê proseyê bixinrû.

Li vê civînê de birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo rexsandina derfeta vê civînê spasî Serok Barzanî kir û ragihand ku li ber ronahiya rasparde û biryarên Serok Barzanî li 10.02.2016 li Wezareta Darayî û pêdaçûnê ve bi rûnî dahatên neft, çendîn hengavên çaksaziyê li ber hatine girtin û prose jî li ber ronahiya biryarên Serok Barzanî berdewamin. Paşê ji aliyê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rûnkirina pêwîst di derbarê hengavan û berbest û bernameya karê Hikûmetê xistin rû. Paşê jî berpirsê saziyên peywendîdar rapora xwe ya di derbarê hengavên van saziyan li çarçêweya proseyên çaksazî û rûbirûbûna gendeliyê xisterû û axaftin li ser ewe kirin ku ji aliyê Desteya Destpakiyê ve "reşnûsa stratejiya niştîmanî ya rûbirûbûna gendeliyê" li qonaxa dawiyê daye ku têda nexşerêya rûbirûbûna gendeliyê di dema pênç salên pêş de hatiye destnîşan kirin.

Li civînê de ji aliyê amadebûyan ve bi girîngiyê ve axaftin li ser ewe kirin ku ew proseya niştîmanî û seranserî û pêkveyî û hevbeşe û pêwîste bi hemû aliyek ve û ne proseyeke tolhildanê ye û li gor yasa û dadperwerî muamele li gel babetan tê kirin û pêwîstî bi hevkarî û medya û piştgîriya siyasî û hemû aliyan heye. Tekez jî li wê yekê kir ku prose, proseyeke berdewame û nabê hîç kes û aliyek li bin hîç navnîşanek astengî li ber proseyê dirust bike.

Li dawiya civînê de biryar hate dayîn ku roja dûşemê 16.01.2017 li Serokayetiya Encûmena Wezîran, civîneke berfireh ya Serokayetiya Encûmena Wezîran û Nûnerê Serokayetiya Herêma Kurdistanê û wan saziyên peywendîdarên li vê civînê de beşdarin, birêve biçê heta berkarên kirdarî li ber bigrin û her saziyek nexşerê û mekanîzmek pêşniyar bike bo ku li çarçêweya lîjneyekî bilinda hemahengiyê da dûvdaçûna hemû proseyên çaksaziyê bê bi cîhkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:10:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x