Serok Barzanî: Dîroka tekoşîna gelê me ji aliyê dijminan ve hatiye berovajîkirin

Serok Barzanî li Hewlêrê gotarek di merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên projeya documentary ya şoreşên Barzan de pêşkêş kir

18.06.2022, Cts - 08:42 [ Güncellenme: 18.06.2022, Cts - 09:57 ]

 Serok Barzanî: Dîroka tekoşîna gelê me ji aliyê dijminan ve hatiye berovajîkirin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî li Hola Saad Ebdullah a Hewlêr a Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Zankoya Selahedînê di merasima nasandina 6 pirtûkên di bin navê \'Şoreşên Barzan\' de gotarek pêşkêş kir û got, “Dîroka tekoşîna gelê me ji aliyê dijminan ve hatiye berovajîkirin.”

Îro Şemiyê 18ê Hezîrana 2022an li Hola Saad Ebdullah a Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 6 pirtûk di bin navê \'Şoreşên Barzan\' de hatin nasandin ku ji aliyê rojnamevan û lêkolîner Behram Weledbegî ve hatine nivîsandin.

Serok Barzanî li ser pirtûkên ku ji aliyê rojnamevan û lêkolîner Behram Welatbegî ve hatiye nivîsandin got, “Ev e yekem car e projeyeke akademiyane ya hemdem li ser xebat û têkoşîna 3 sembolên mezinên tevgera rizgariya Kurdistanê, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed Barzanî û Mele Mistefa Barzanî bi belgenameyên arşîva Îranî û Osmanî tê kirin. Ev karekî pîroz û giranbiha ye û di rojeke dîrokî ya wek 18ê Hezîranê roja ku Barzanî û hevalên wî çemê Arasê derbas kirin tê encamdan.”

Serok Barzanî di merasîma nasandina pirtûkan de got, “Mixabin dîroka tekoşîna gelê me ji aliyê dijminan ve hatiye berovajîkirin û hertim hewl dane vê tekoşîna pîroz weke tekoşîna çend eşîret û partiyan nîşan bidin lê ev belge diselmînin ku têkoşîna gelê me ji bo bidestxistina mafên rewa yên neteweya me bûye. Hêvîdar im zana û lêkolînerên Kurd li wan belgeyan bigerin û dîroka neteweya me binivîsin.”

Serok Barzanî di berdewama axavtina xwe de bal kişande ser Rêbaza Barzanî û anî ziman, “Bi destê Şêx Ebdulselam Barzanî yê şehîd û Şêx Ehmed Barzanî li ser bingeha Xwedaperestiyê û mirovatiyê Rêbaza Barzanî hate avakirin. Wan rêyek nîşanî me dan ku heta em bijîn em ê pê serbilind bin.”

Behram Weledbegî di bin navê Şoreşên Barzan de pirtûkeke 6 cildî ya ku zêdetir ji 2300 belgeyên neçapkirî yên arşîva Navenda Belgeyên Stenbolê, Navenda Belgeyên Dîplomasî ya Wezareta Derve ya Îranê, Navenda Belgeyên Neteweyî ya Îranê û belgeyên ku di çapemenî û kovarên Îranê de hatine weşandin, berhev kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:39:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x