Merasîma Roja Nizaya Niştimanî bi dirûşma "Ey Xweda, Kurdistanê biparêze" li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û nêzîkî 600 berpirsên bilind û serkirdeyên Îraq û Herêma Kurdistanê û cîhanê û perlemanterên welatan û nûnerên hikûmetan beşdar dibin.
Serok Mesûd Barzanî di merasîmê de axivî û bixêrhatina hemû mêvan kir û Kurdistanê wekî landika bihevrejiyanê pênase kir.
Serok Barzanî destpêkê hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Papayê Vatîkanê Papa Francis nîşan da.
Serok Barzanî amaje bi wê kir ku cewherê dîn, exlaq e û got, “Hevqebûlkirin beşeke sereke ya bîr û baweriya me ye.”
Serok Barzanî bal kişan li ser êrişên li Başûrê Kurdistanê û got:
“Bi dirêjahiya dîrokê dema êrişî Kurdistanê dihat kirin, zordaran çi ferq û cudahî di navbera Misilman, Xirîstiyan û Êzidiyan de nedikir.”
Axaftina Serok Barzanî a li Merasîma Roja Nizaya Niştimanî kiriye ev e:
“Destpêkê ez bixêrhatina we tevan dikim, mêvanên rêzdar. Hûn bi xêr bên Kurdistanê, landika bihevrejiyana neteweyî û olî.
Berî ku ez dest bi gotara xwe bikim, ez dixwazim ji bo windakirina mêrekî mezin ê aştîxwaz û mirovdost Papa, careke din rabigehînim ku em hevparên xema hemû mirovdostên li cîhanê.
Ev cara ewil e civîneke bi rengî li Kurdistanê tê lidarxistin û mebst ew e ku cîhan wê çanda dewlemend a ku li Kurdistanê heye nas bike ku her ji kevn ve ew çand li Kurdistanê heye.
“Em dê li ser rêya parastina bihevrejiyanê berdewam bin”
Ew jî çanda bihevrejiyanê û hevpejirandin û azadiya dîtin û nerînan û ol û mezheban e, ew çand e ku em pê serbilind in û tekez jî dikin ku em dê li ser vê rêyê berdewam bin.
Ez hêvî dikiim ku ev civîn ji bo ev biratî û bihevrejiyan li Kurdistanê kûrtir û berfirehtir bibe, bibe alîkar.
Xwedaperistî ji bo komkirina olên cihêreng xaleke hevpar e. Heqî nayê cudakirin, gihîştina bi heqiyê gelek rê hene û olên pîroz hemû ku rastiya yekîniya Xwedê qebûl dike, li pey wê rastiyê digerin û divê rêz li wan hemiyan bê girtin.
“Cewherê olan jî exlaq e”
Cewherê olan jî exlaq e. Rûmî dibêje, ‘Heqî wekî lûtkeya çiya ye, gelek rê hene ji bo gihîştina lûtkeyê lê armanc yek e û ew jî gihîştina heqiyê ye.’
Destpêka desthilata Barzanê ya bi serokatiya Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî, rêzgirtin ji olên cuda û qebûlkirina hevdû pareke bingehîn a bîr û baweriya me bû.
Ev jî li pişta xwe dide gotina Xwedayê mezin e ku di Qurana pîroz de kerem kiriye, `Ey mirovno me hûn ji nêrekî û mêyekê afirandin û me hûn kirin eşîr û qebîle da ku hûn hevdû nas bikin.`
Ev ayeteke Qurana pîroz e û rê nîşan dide ji bo wê yekê ka em çawa li ser vê bîr û baweriyê berdewam bin ku ew jî bihevrejiyan û qebûlkirina hevdû ye.
“Zordaran çi cudahî di navbera Misilman, Xirîstiyan û Êzidiyan de nekiriye”
Bi dirêjahiya dîrokê dema êrişî Kurdistanê dihat kirin, zordaran çi ferq û cudahî di navbera Misilman, Xirîstiyan û Êzidiyan de nedikir.
Wan hemê gund şewitandin, hemû hatin koçberkirin û komkujî li hemûyan hatin kirin û bi saxî hatin binaxkirin.
Dawiyê jî di şerê DAIŞê de wan cudahî nexist navbera Misilman, Xirîsytiyan û Êzidiyan û wan tawanên gelek mezin kirin.
“Pêşmergeyên qehreman bi canfedayî parastina hemûyan kir”
Êi beramberî wê yekê jî Pêşmergeyên qehreman bi canfedayiyeke bêhempa parastina hemûyan kir û efsaneya DAIŞê pûç kir lê bi bedeleke gelekî mezin ku ew jî nêzîkî 12 hezar şehîd û birîndaran.
Bila ev bibe destpêkek ku em civînên bi vî rengî li dar bixin, ji bo ku em hemû zanibin, beriya her tiştî, em hemû evdên Xwedê ne û di mirovahiyê de em hemû bira û xwişk hev in.
Bi qebûlkirina hev, bi dilovanî û bi xweşî em hemû dikarin bi hev re bijîn lê bi zordariyê ne zordar dikare bêhna xwe vede û ne jî kesê ku zilm lê dibe dikare bêhna xwe vede.
“Destê biratiyê dirêjî hevdû bikin”
Hemû pêxemberan jî şîret kiriye ku destê biratiyê ji bo hevdû dirêj bikin û wan ji bo bihevrejiyanê şîret li xelkê kiriye.
Ez dawiyê ji Xwedayê mezin dixwazim ku rê nîşanî hemû aliyan bide, aştî li herêmê û li hemû cîhanê serwer bibe.
Bila biratî serwer bibe û ez hêvî dikim ku hûn demeke xweş li Kurdistanê derbas bikin.
Em şanaziyê bi we dikin û careke din xêrhatineke germ ji bo hemû we dikin.
Spasiya hemû wan rêzdarên ku ev civîn û ev bername amade kiriye dikim, destê wan xweş be.”