Serok Barzanî: Mihemed Ehmed Erbîlî xizmeteke mezin li parastina hunera resen kiriye

Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya hunermendê navdar ê Kurdistanê Mihemed Ehmed Erbîlî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, heval û hezkiriyên wî kir.

20.06.2022, Pts - 11:24

Serok Barzanî: Mihemed Ehmed Erbîlî xizmeteke mezin li parastina hunera resen kiriye
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawiyê ya hunermendê nevdar û xweşewîstê Kurdistanê mamoste Mihemed Ehmed Erbîlî gihîşt min. Mamoste Mihemed Ehmed Erbîlî xizmeteke mezin li parastina deng û awaz û mûzîka resen û xwemalî ya Hewlêrê kir û gencîneyeke giranbuha ya huner û resenatiyê li dû xwe hîşt.”

Serok Barzanî sersaxiya arasteyî malbat, heval û hezkiriyên Mihemed Ehmed Erbîlî û tevahiya hunermendên Hewlêr û Kurdistanê kir û ji Xwedêyê mezin xwast giyanê Erbîlî bi bihuştê şad bike û sebir aramiyê bide her aliyekî

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Ehmed Erbîlî îro di temenê 89 saliyê de li Hewlêrê koça dawiyê kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:26:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x