Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li balyozê Danîmark li Iraqê Stig Paulo kir ku bo xatir xwastinê serdana wî kiribû.
Di civînê de balyozê Danîmark pesnê rola Serok Barzanî di dîroka xebata rizgarîxwazî ya Kurdistanê de da û spasiya hikûmeta Kurdistanê jî kir bo alîkarî û hemahengiya bi hikûmeta Danîmark re derheqê wan du Danîmarkiyên ku çend roj berê li Herêma Kurdistanê rastî arîşeyan hatibûn.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya piroseya siyasî ya Iraqê hat kirin.
Serok Barzanî li ser beşdarbûna Herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Iraqê de ragehand, Herêma Kurdistanê bi şertekî beşdar dibe ku aliyên siyasî yên Iraqê pabendî şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê bin.
Di civînê de behsa şerê terorê û rewşa Şingalê jî hat kirin.