Serok Barzanî û şandeke Amerîkî rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Serok Barzanî îro 15ê Nîsanê pêşwazî li şandeke Amerîkî bi serokatiya Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Tyler kir.

15.04.2025, Sal - 15:48

Serok Barzanî û şandeke Amerîkî rewşa navçeyê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtinê de, Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser dostanî û hevbeşiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir, ji bo dabînkirina aramî û pêşketinê li Herêma Kurdistanê, Iraqê û navçeyê.

Her di wê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq, Sûriye û navçeyê bi giştî hate gotûbêjkirin û bîr û nêrînên li ser pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê, rewşa aliyên Kurdî yên Sûriyeyê û pêşeroja wan û têkiliyên wan bi hikûmeta nû ya Sûriyeyê re bi hev re parve kirin. 

Di beşeke din a hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û hevahengiya di navbera wan de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina astengiyan.

Gotûbêjên di navbera YNK û PDKê de û gavên avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x