Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Azerbaycanê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê bi Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev re civiya.

18.07.2023, Sal - 09:56

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokê Azerbaycanê civiya
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18ê Tîrmeha 2023an bi serdaneke fermî gihîşte Azerbaycanê û ligel Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiya û peywendiyên Azerbaycanê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariyên hevbeş di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Serdana Nêçîrvan Barzanî bo Bakuyê piştî wê yekê tê, di meha Sibata borî de, di çarçoveya Konferansa Munchenê ya Almanyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Azerbaycanê civiyan û di hevdîtinekê de pêşxistina peywendiyan, berfirehkirina danûstandinên bazirganî di navbera Hewlêr û Bakûyê de û vekirina konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 418 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:08:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x