Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî kir.
Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa ewlehiyê ya Îraqê bi giştî li hev guhertin, herwesa tekez li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ji bo rûbirûbûna metirsî û gefên terorê û parastina ewlehî û seqamgiriya deverên sinorî kir.
Di tewerekî din wê civînê de, her du alî li ser giringiya bicihanîna lihevkirina Şingalê û asayîkrina rewşa wê deverê hevnerîn bûn.