Serokkomariya Tirkiyeyê naveroka civîna Erdogan û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir

Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî di civînê de behsa pêwendiyên Enqereyê yên li gel Bexda û Hewlêrê kiriye.

12.04.2025, Cts - 10:38

Serokkomariya Tirkiyeyê naveroka civîna Erdogan û Nêçîrvan Barzanî eşkere kir
Nuçe Belav bike

Pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên civînê bû û Erdogan gotiye, “Temamkirina pêvajoya avakirina hikûmetê ji bo aramiya herêmê girîng e.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan doh di çarçoveya 4emîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê de civiyan.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê derbarê naveroka civînê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokkomarê Tirkiyeyê di civînê de behsa pêwendiyên Enqereyê yên li gel Hewlêr û Bexdayê û hevkariya di navbera wan de kiriye.

Her wiha pêşhatên dawî yên li herêm û cîhanê jî hatine gotûbêjkirin.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê diyar kir ku avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji mijarên civînê bûye û Erdogan gotiye:

“Li Bakurê Îraqê temamkirina bilez a pêvajoya avakirina hikûmetê ji bo aramiya herêmê girîng e.”

Serokatiyê ragihand ku di civînê de behsa rewşa Kerkûkê û rûbirûbûna terorê jî hatiye kirin û Erdogan gotiye:

“Rewşa Kerkûkê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji nêzîk ve tê şopandin û di têkoşîna li dijî rêxistinên terorê de hevgirtina Tirkiye û Birêvebiriya Herêmê (Herêma Kurdistanê) girîng e.”

Li gorî daxuyaniyê di civînê de li ser Rêya Bipêşketinê jî gotûbêj hatine kirin û Erdogan tekez kiriye ku ew dixwazin Herêma Kurdistanê “bi awayekî herî mezin ji Projeya Rêya Bipêşketinê sûdê bibîne”.

 

Vî nûçeyê tevayî: 89 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:30:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x