Serokwezîr bang li Tirkiye kir: Divê şer di dema nêzîk de bi dawî be

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, di rêresma derçûna zankoya Selahedîn li Hewlêrê, pîrozbahî li derçûyan kir û ragehand, bi pişikdarîkirinê di rêresmên derçûna 38mîn gera zankoya Selahedînê xweşhale ku têde zêdetir ji 5 hezar xwîndkar xwîndina zankoyî ji 15 kolîcan zanko temam kirîne û birwanameya bekaloryosê bi destevehînane.

10.10.2019, Per - 18:09

Serokwezîr bang li Tirkiye kir: Divê şer di dema nêzîk de bi dawî be
Nuçe Belav bike

Ji bilî supasîkirin mamosta û zankoyê bo pêgehandina van xwêndkaran, serokê hikumetê supasîya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir bo paraztina aramî û akincîyê canên xwe kirîne qurbanî.

Xuya jî kir di karnameya kabîneya nehem de, giringîyeke taybet daye perwerde û xwîndina bala.

Girêdayî bi pêişxistina kerta perwerdeyê ragehand dê zankoyan baştir amade bikin daku vekolînên zanistî bi çareserkirina pirsên Herêma Kurdistanê girê bidin û pirogramên xwîndinê ber bi pêşve bibin û ji sîstemên pêşkevtîyên cîhanê nêzîk bikin. Ev yek jî bandora xwe dê hebe li ser jêhatin derçûyan.

Hevdem peyamek arasteya derçûyan kir û ragehand, piroseya fêrbûnê li vir bi dawî nahêt û divêt hun berdewambin li pêşxistina şîyanên xwe û we bawerî bi şîyanên xwe hebin.

Ruhin jî kir, mafê heweye ku we xewna bi desvehînana delîveya kar û abûrîyeke akinc hebe, lê divêt wê rastîyê bizanin ku hikumet nekare delîveya kar bo hemû derçûyên zankoyê dabîn bike, lê divêt kerta taybet û kerta pîşesazîyê pişikdar û hevkar bin.

Derbarê bûyerên çend rojên burî li Îraqê jî got: Em piştîvanîyê li mafên rewa yên hevwelatîyan dikîn, hevdem piştîvanîyê li hikumeta Adil Ebdulmehdî dikîn li dabînkirina mafê hevwelatîyan.

Mesrûr Barzaî derbarê rewşa Rojavya Kurdistanê ragehand: Li Suriya bûr bilez çê dibn. Ji pêşhatên ku li wir çê dibin, em nîgerîn û dijî hemû tundû tîjîyekê ne. Bi nerîna me tenê bi gotûbêjan aştî û aramî bi dest dihên.

Xuya jî kir, çareserîya aştîuyane û dadperwerane ku mafên hemû pêkhateyan desteber dike, kite rêye bo bidestvehînan a aramîya berdewam li deverê û hevxemîya ya xwe jî bo kesûkarên qurbanîyan û hevwelatîyên sivîl derbirî û hêvî xwazt bi zûtirîn dem ev şer bi dawî bihêt.

Herweha serokê hikumetê, supasîya xweragirîya xwlkê Kurdistanê kir û daxwaz ji xelk û hikumetê kir bi hev re berengarî hemû eger û pêşhatan bibîn. Amaje bi wê yekê jî kir, heke rewşa Herêmê li gel welat û deverên derdor bikîn, dibînî ku herêma Kurdistanê di asteka baştir û aramtir û bilindtir daye, lew pêwîste em hemû wê biparêzîn.

Got jî: Me erkê paraztina mafên hewe û ximetkirina hewe li milane, vêca da bi hev re Kurdistaneke bihêz ava bikîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 645 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:46:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x