Serokwezîr Barzanî li Vatîkanê ye

Şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de li Vatîkanê ne. Biryare şanda Kurdistanê li gel Papayê Vatîkanê û herwiha wezîrê derve yê Vatîkanê hevdîtin pêk bînin.

12.01.2018, Cum - 06:32

Serokwezîr Barzanî li Vatîkanê ye
Nuçe Belav bike

Di şanda Herêma Kurdistanê de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdstanê Fuad Hisên û Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî cîh digrin.

Peywendiyên di navbera Hewlêr û Vatîkanê de ne nû ne. Di sala 2014ê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Vatîkanê kir û li gel Papa dîdar pêk anî.

Di 14ê Tîrmeha heman sale de Nûnerê Papayê Vatîkanê Kardînal Fêrnando Fîlon û şandeke metran û pêşengên ola krsîtiyanan li Kurdistan û Iraqê serdana Hewlêrê kirin û li gel Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr civiyan.

Di destpêka Adara 2015ê de, Serkwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Vatîkanê kir û li gel Papayê Franciscosê hevdîtinek pêk anî.

Şanda Vatîkanê namaya taybet a Papa pêşkêşî Barzanî kirin, ku di naveroka nameyê de, ji ber ku deriyê xwe ji bo lêqewmî û koçberan vekiriye, spasiya hikûmet û gelê Kurdistanê dikir.

Vatîkan weke serokên dewletan pêşwazî li şandên Herêma Kurdistanê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1005 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:44:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x