Serokwezîrê Holenda: Emê bizavan bikin heya Firîngehên Kurdistanê bên vekirin
Serokwezîrê Holenda Mark Rutte, di bersiva xwe de li ser pirsa nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku wî pêwemdî bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re kiriye û li ser pirsa vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê axivîne.
Mark Rutte got: "Emê bizavên xwe berdewam bikin û bandora xwe li ser Iraqê bikar bînin heya ku Bexda firîngehên Kurdistanê veke, daku em karibin bi riya wan alîkariyan bişînin."
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:13:35