Şîrketên Navnetewî yên firokeyan dikarin hikûmeta Bexdayê gilî bikin.

Parêzerekî şêwirmend radigihîne, biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo ragirtina geştên navdewletî yên li firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê, li dijî Peymana Chicago ye lewma jî şîrketên biyanî yên firokevaniyê dikarin li dijî hikûmeta Bexdayê gilî tomar bikin.

30.09.2017, Cts - 10:30

 Şîrketên Navnetewî yên firokeyan dikarin hikûmeta Bexdayê gilî bikin.
Nuçe Belav bike

Parêzerê şêwirmend Feysel Siûd di derbarê mijarên referandûma Serxwebûna Kurdistanê û pêvajoya encamên wî de beşdarî bûltena Rûdawê bû û derbarê biryara hikûmeta Bexdayê ya li ser ragirtina geştên navdewletî yên li firokexaneyên Herêma Kurdistanê got: “Tenê di çend rewşekê de dikarin geştên esmanî werin sekinandin. Yek ji wan eger li navçeyekê şer hebe û rewşa ewlekariyê têk çûbe. Lê niha li Kurdistanê şer nîne, rewşa ewlekariyê têk neçûye. Belge jî ew e, ku firoke li bajarên din ên Iraqê re têne Kurdistanê.”

Feysel Siûd diyar kir, ku biryara hikûmeta Bexdayê li dijî Peymana Chicago ya li ser “firokevaniya sivîl a nadewletî ye.”

Siûd got: “Kompanyayên biyanî yên firokevaniyê dikarin li dijî hikûmeta Iraqê, li ser ragirtina geştên esmanî gilî tomar bikin.”

Bi biryara hikûmeta Iraqê, demjimêr 18:00ê roja Înê 29-09-2017 geştên navdewletî yên li herdu firokexaneyên navdewletî yê Hewlêr û Bexdayê hatine sekinandin.

Peymana Firokevaniya Sivîl a Navdewletî di encama Konferansa Chicago ya sala 1944ê, ji bo pêşxistina firokevaniya sivîl li seranserê cîhanê hatiye îmzekirin.

Li ser vê rêkeftinê Rêxistina Firokevaniya Sivîl a Navdewletî hatiye damezrandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1104 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:14:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x