Sûdanî ji bo ziyandîtiyên lehiya Dihokê biryara alîkariyê da

Fermandariya Operasyonên Hevbêş a Îraqê ragihand li ser fermana Sûdanî ew ji bo alikariya ziyandîtiyên lehiya Duhokê bi alîyên peywendîdar ê Herêma Kurdistanê re di pêwendiyê de ne.

21.03.2024, Per - 09:21

Sûdanî ji bo ziyandîtiyên lehiya Dihokê biryara alîkariyê da
Nuçe Belav bike

Duh êvarê Cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Qeys Mehmedawî li ser lehiya Dihokê daxuyaniyek belav kir.

Qeys Mehmedawî ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo alîkariya ziyandîtiyên lehiya parêzgeha Dihokê wan bi aliyên peywendîdar ê Herêma Kurdistanê re dest bi danûstendinê kiriye.

Qeys Mehmedawî diyar kir ku Sûdanê daxwaz ji Navenda Qeyran û Karesatan a ser bi Wezareta Karên Naxweyî ya Îraqê kiriye hemû alîkarî û piştgiriya pêwîst ji bo xelkê Herêma Kurdistanê pêşkêş bikin.

Herwiha Qeys Mehmedawî da zanîn ji bo karên pêwîst, wan bi parêzgariya Dihokê û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê re pêwendî kiriye ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bi ser ziyandîtiyên lehiyê de.

Qeys Mehmedawî, amaje bi wê yekê jî kiriye hêzên ewlehiyê û tîmên taybet li Herêma Kurdistanê berdewam in ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û hawarçûna ziyandîtiyên lehiyê.

19ê Adarê ji ber barîna barana zêde li parêzgaha Dihokê li çend taxên Dihokê lehî rabibû.

Ji ber rabûna lehiyê 3 kesan canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn û 737 kes jî bê mal man.

Herwiha 160 xanî rûxiyan û 50 otomobîlan jî zirar dît.

Vî nûçeyê tevayî: 175 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:41:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x