Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn

Şêwimendê Ragihandinê yê Parlementoya Kurdistanê Tariq Cewher ragihand ku serxwebûna herêma Kurdistanê, mafê çarenûsê ye ji bo gelê kurd û kengî bixwaze dikare bi kar bîne û ev tişt pê ve girêdayî ye bê Bexda dê pabendiyê bi mafên neteweyî yên gelê kurd û destûrê bike û ger mafên hevparî û qanûnî bin pê bike, em ê mafên çarenûsê bi kar bînin.

24.01.2017, Sal - 17:47

Şêwirmendê Parlementoya Kurdistanê: Yan konfederalîzm an serxwebûn
Nuçe Belav bike

Cehwer îro sêşemê bi Spûtnîkê re axivî û diyar kir ku mafê çarenûsê, ne tiştekî nû ye ji wan û wiha got: Me di sala 1992an de bi kar anî û federalîzm bijart ku bi awayekî gelekî xerab têk çû û ti tişt ji gelê kurd re neanî, nexasim piştî sala 2003an. Hîn Bexda û Hewlêr li ser gelek mijaran li hev nakin."

Rayedarê herêma Kurdistanê diyar kir ku du rê li pêşberî kurdan hene, yan konfederasyon anku Hewlêr û Bexda wek du dewletan bigihêjin hev an jî serxwebûn e ku bi tevahî ji Iraqê cihê bibe".

Cewher axiftina xwe wiha dewam kir: Pêvajoya ragihandina dewletê û veqetînê bi gelek şêwazan pêk tê û gelek ninûmeyên wê yên cuda hene. Hinek dewlet bi çekan serxwebûna xwe radigihîn û hinek jî bi diyalogê ku Çekslovkaya nimûneyek ji ya diyalogê ye ku wan dewletan serxwebûna xwe ragihand bê ku dilopeke xwîn birije."

Şêwimendê Ragihandinê yê Parlementoya Kurdistanê diyar kir ku hine siyasetmedarên iraqî jî vî mafê kurdan qebûl dikin û wiha pê de çû: "Em dixwazin ragihandina serxwebûna Kurdistanê bi diyalogê pêk were û em li ser wê mijarê bi Bexdayê re li hev bikin. Hinek siyasetmedarên iraqî jî êdî bawer dikin ku dewleta Iraqê nema dikare vî mafê gelê kurd inkar bike û divê rêzê jê re bigirin."

Herwiha Cehwer di dawiya axiftina xwe de wiha got: Em hêvî dikin ku ev viyan bibe deng û bigihêje asta birêveber a Iraqê ta ku dewleta Iraqê ji nû ve were formatkirin. Ji ber şêwaza heyî bi kêrî Hewlêr û Bexdayê herdûyan nayê. Anku divê Iraq dewleteke federal be yan jî dê du dewletên serbixwe anku Kurdistan û Iraq bin" û axiftina xwe wiha bi dawî kir, "Em dixwazin ew viyan bibe deng û bigihêje kesên birêveber li Iraqê ta ku formateke nû ji bo dewleta Iraqê peyda bikin. Ji ber belkî ne formata niha û ne ya berê bi kêrî Bexda û Hewlêrê were. Divê em alternatîvan peyda bikin. Yan Iraq dê bibe dewleteke federalî yan dê bibe du dewlet 'Iraq û Kurdistan', bibe du dewletên dost û cîran bê ku neyarî di navbera wan de hebe"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1076 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x