Îtalya: Em dê li ser piştgiriya ji bo Kurdistanê berdewam bin

Konsula nû yê Îtalya ya li Herêma Kurdistanê ragihand, ku welatê wan dê li ser piştevaniyên xwe ji bo hêzên pêşmergeyên Kurdistanê berdewam be.

02.05.2017, Sal - 06:13

Îtalya: Em dê li ser piştgiriya ji bo Kurdistanê berdewam bin
Nuçe Belav bike

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê îro duşembiyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Selahedînê pêşwazî li Konsula Nû ya Îtalya li Hewlêrê kir.

Di hevdîtinê de Konsula Îtalya ya li Hewlêrê ku bi mebesta xwenasandinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê kiribû, dest bi kar bûna xwe ya li Kurdistanê bi şerefekî mezin zanî û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Îtalyayê, ew yek jî da xuyakirin, ku ew dê hemû hewlên xwe ji bo pêşxistina wan peywendiyan bide.

Herwiha Konsula Nû ya Îtalya ya li Hewlêrê diyar kir, ku welatê wan li ser piştevanîkirina Pêşmerge û rahênan û perwerdeya wan berdewam dibe û tekez kir, ji bo wan pêşmergeyên ku di şerê terorê de birîndar bûne, dê pêdana çareseriyên pizîşkî berdewam be.

Konsula Îtalya di beşeke din a axavtina xwe de, pesnê qehremaniya pêşmerge di şerê li dijî terorîstan de da û pêzanînên xwe jî ji bo mêvandostî û çanda bilinda xelkê Kurdistanê anî ziman.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê civînê de hêvî kir, ku Konsula Nû ya Îtalya ya li Hewlêrê di erk û karê xwe yê nû de serkevtî be û spasiya gel û Hikûmeta Îtalya kir ku di rojên tengav de piştgiriya gelê Kurdistanê û Pêşmerge kirine.

Mesûd Barzanî amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo ber bi pêş ve birina peywendiyên di navbera her du aliyan de nîşan da.

Barzanî di beşeke din a axavtina xwe de bi kurtî behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û herwiha ronahî xiste ser proseya referandum û serxwebûn û peyama aştiyane ya gelê Kurdistanê.

Di derbarê referanduma ji bo serxwebûna de Konsola Îtalya ya li Hewlêr ragihand, ku welatê wan piştgiriya her hewlekê dike ku bibêesedema aramî û aştiyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:27:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x