TEV-DEM: Em li gel vîn û biryara Başûrê Kurdistanê ne

Hevseroka Meclîsaa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed ku di heman demê serkirdeya TEV-DEMê ye, got ew piştgiriya biryara serxwebûna Başûrê Kurdistanê dikin, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê cuda ye, ew federalî dixwazin.

10.10.2017, Sal - 10:16 [ Güncellenme: 10.10.2017, Sal - 10:20 ]

TEV-DEM: Em li gel vîn û biryara Başûrê Kurdistanê ne
Nuçe Belav bike

Giştpirsî qonaxek yan gavek bû li Herêma Kurdistanê lê bandorê li ser hestên Kurdan li perçeyên din yên Kurdistanê jî kir.

Dîmenên piştgîrîkirina giştpirsiya serwebûna Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet jî li herdu bajarên Qamişlo û Hesekê bala piraniya ajansên cîhanê yên nûçeyan kişand.

Helwesta serkirdeyên Rojava ji helwest û biryara gelê Herêma Kurdistanê ne cudatir e lê pirs û stratîjî ji her perçeyekî Kurdistanê ji perçeyê din cudatir dibînin.

Hevseroka Encûmena Damezrêner ya Dîstema Federalîzma Bakurê Sûriyê Îlham Ehmed derbarê serxwebûna Kurdistanê de dibêje, serkirdeyên Rojavayê Kurdistanê ligel biryara gelê Kurdistanê ne, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê cudatir e û ew tenê dixwazin sîstema federalîzmê bicî bikin.

Hemû hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tevî nakokiyên di navbera wan de, piştgîriya serxwebûna Kurdistanê dikin, ev jî peyameke erênî ye, ku piştî ewqas alozî, karîn li ser pirseke çarenivîsaz yek deng bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 881 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:55:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x