Li gorî nûçeya ku Rûdaw'ê de cih digire tê gotin ku; ser nûçeyeke ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, ku ragihandibû, Şanderê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubis di daxuyaniyekê de ji wan re gotiye, referanduma Herêma Kurdistanê li dijî destûra Iraqê ye û ji ber wê yekê jî neyasayî ye, Nûneratiya Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI) daxuyaniyek da û ew zanyarî red kir.
UNAMI di daxuyaniya xwe de ragihandiye: “Bi şaşî têgihîştinek ji aliyê Ajansa Nûçeyan a IRNAyê ve li ser bersivên Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Bo Karûbarên Iraqê Jan Kubis, derbarê mijara referandumê de ku ji aliyê desthilata Herêma Kurdistana Iraqê ve biryar li ser hatiye dan, çê bûye, ku çend dezgehên medyayî yên Iraqî jî belav kirine.”
Herwiha UNAMIyê daye xuyakirin, ku naveroka axavtin û gotinên Jan Kubis ku roja çarembiyê 16ê Tebaxa 2017ê di hevpeyvînekê de bi IRNAyê re axiviye, li cem wan heye û bo rastkirina zanyariyên ku di nûçeya ajansa dewletî ya Îranê de hatine belavkirin, ew axavtinên Kubis weke xwe belav kiriye.
Li gorî daxuyaniya UNAMI, Jan Kubis ji IRNAyê re wiha gotiye: “Berî her tiştî, peyama Encumena Asayişê (Navdewletî) û serkirdatiya sekretariyetê (ya Netewên Yekgirtî) bo her du aliyên hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ev e: encamdana gotûbêjan, daku bikarin çareser ji bo gengeşekirina hemû mijaran bibînin, tevî mijara referandumê jî.”
Nûnerê Taybetê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê herwiha tekez dike: “Em hertim dibêjin, ku xala destpêkê divê rêzgirtin ji destûr û yasayên wî welatê be û ev jî ev şêwaz e ku em pê serederiyê li gel her mijarekê dikin.”
Ajansa IRNA ya îranî duh di nûçeya xwe de ragihandibû, ku Jan Kubis gotiye, pirsgirêka yasayî di referanduma Herêma Kurdistanê de heye û neyasayî ye, çimku mijara referandumê di destûra Iraqê de nehatiye.