Rojnameya Washington Times di raporteke xwe de babeta Rachel Avraham belav kir, ku behsa giringiya damezrandina dewleta Kurdistanê dike û dibêje dê bibe balansa hêz li navçeyê li gel Îranê û ragehand: ‘’Îran bi rêya piştevaniya wan hêzên dijî Barzanî ve dixwaze hewlê damezrandina dewleta kurdî dixwaze têkbibe û ji bo vê jî fişarên dixe ser birêz Barzanî. Îran alîkariya PKKê û Gorran dike ku pirsgirêkên herî bi bandor ên navxweyî de û bi vê rêyê ve dixwaze xewna dewleta kurdî têkbibe.’’
Di beşek din ê raportê de behsa birîna budceya Kurdistanê û berdewamiya hewldanên Îranê yên kûrkirina krîza darayî ya li herêma Kurdistanê hatiye kirin û herwaha bikaranîna PKKê bi armanca dijatiya serxwebûna Kurdistanê ve tê kirin û gefên Riza Altun hatiye behs kirin, ku gotibû emê êrîş bikin ser çavkaniyê darayî û aborî yên Kurdistanê.
Washington Times dibêje: ‘’Heşdî Şiebî li sînorê Kurdistanê bicîh kirin bi armanca gefên Îranê ya ser bi Kurdistanê ye. Herwaha di beşek din a raportê de behsa azadkirina 3001 êzdî û mesîhiyan hatiye kirin ku 5 milyon dolar bo vê yekê hatiye xerc kirin û dibêje: Kurdistan tenê cîhê aram ê Iraqê yê ji bo pêkhateyan e.’’