Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb xwepêşandan encam dan

Li gor gotina xelkê navçeyê, piraniya wan malbatan di dema êrîşa DAIŞê bo ser devera wan de, alîkariya çekdarên wê rêxistinê kirine.

28.04.2023, Cum - 07:19

Welatiyên li Şingalê li dijî vegera 25 malbatên Ereb xwepêşandan encam dan
Nuçe Belav bike

Piştî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê û Rêxistina Koçê ya Navdewletî ji bo vegerandina 25 malbatên Ereb bo sînorê navçeya Şingalê, bi dehan welatiyên li Şingalê li dijî vê pêngavê daketin cadeyan.

Di demekê de ku hêzeke ewlehiyê ya Iraqî yaweriya wan 25 maşbatan dikir, xwepêşanderan ji aliyên pêwendîdar daxwaz kirin ku ev biryar were betalkirin, ji ber ku li gor gotina wan, piraniya wan malbatan ew in ku di dema êrîşa DAIŞê bo ser devera wan de, alîkariya çekdarên wê rêxistinê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:52:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x