Wezareta Pêşmerge: Divê em çaksaziyê pêxemetî avakirina hêzeke niştîmanî bigehînin encamê dawiyê

Wezîrê Pêşmerge tekez dike, “Divê em çaksaziyê pêxemetî avakirina hêzeke niştîmanî bigehînin encamê dawiyê.”

04.09.2024, Çar - 10:48

Wezareta Pêşmerge: Divê em çaksaziyê pêxemetî avakirina hêzeke niştîmanî bigehînin encamê dawiyê
Nuçe Belav bike

Wezareta Pêşmerge parve kiriye, “Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl duh (Sêşem, 03.09.2024) pêşwaziya Şêwirmendê Serbazî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Kolonel John Foster û şanda pê re kir.”

Li dû ragehandina wê wezaretê, di wê hevdîtinê de ku Wekîlê Wezareta Pêşmerge Ebdulxaliq Babîrî û Berpirsê Nivîsîngeha Taybet a Wezîrê Pêşmerge Emîd Yasîn Celal jî tê de amade bûbûn, Wezîrê Pêşmerge behsa rewşa ewlehiya deverê û Herêma Kurdistanê û piroseya çaksaziyê û arêşeyên pêşveçûna wê piroseyê kir û ragehand, “Divê em çaksaziyê pêxemetî gehiştina damezrandin û avakirina hêzeke niştîmanî Kurdistanî bigehînin encamê dawiyê, ku parêzera xelk û axa Kurdistanê be.”

Herwesa Wezîrê Pêşmerge pesna piştevaniya berdewam a gel û hikûmeta Brîtanyayê bi rêya şêwirmendên wê yên serbazî û diplomasî kir, ku herdem di tevaya qonaxan de piştevanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, xasma di piroseya çaksaziyê ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê de.

Kolonel Foster jî amadehiya welatê xwe ji bo berdewamiya piştgiriyê û zêdetir piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xasma Wezareta Pêşmerge diyar kir. Herwesa ragehand, “Avakirina hêzeke niştîmanî ya mukom axa Kurdistanê û deverê jî ji her metirsiyeke ku niha û li paşerojê jî rûbirûyî wan bibe diparêze. Em giring û pêdivî dibînin ku em di vî warî de piştevanên we bin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:18:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x