Wezareta Petrolê ya Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da

Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku zerermendê yekem ê rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê Bexda ye.

25.03.2024, Pts - 10:09

Wezareta Petrolê ya Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da
Nuçe Belav bike

Wezareta Petrolê ya Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kuirdistanê û li ser girêbest û mafên darayî yên kompanyayên ku li Herêma Kurdistanê petrolê berhem tînin daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji ber biryara Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Dadgeha Tahkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê biryara rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê daye û ew ne li ser biryara Îraqa federal bû.”

Wezareta Petrolê ya Îraqê di berdewamiya daxuyaniyê de ragihand:

“Piştî 5 mehan ji danûstandinan di navbera Îraq û Tirkiyeyê de, her du alî gihiştine rêkeftinê ku ew xeta hinardekirina petrolê were çalakkirin û di di demeke kurt de pirsgirêkên teknîkî jî werin çareserkirin ku bûne sedema girtina wê xetê.”

Wezareta Petrolê ya Îraqê herwiha anî ziman, “Zerermendê yekem ê rawestandina hinardekirina petrola Hikûmeta Federal a Îraqê ye.”

Wezareta Petrolê ya Îraqê di beşeke din a daxuyaniyê de ragihand:

“Niha sedema girîng a rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ew e, kompanyayên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, rêgiriyê li wê yekê dikin bi awayekî fermî petrola berhem tînin radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Ji ber wê jî petrol li gorî yasaya budceya giştî ya federal nayê hinartin ku ew kompanya jî Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê (APIKUR) ye.”

“APIKUR petrolê radest bike dê hinartin dest pê bike”

Wezareta Petrolê amaje bi wê yekê jî kir, eger APIKUR petrola xwe ya ku ji kêlgehên Herêma Kurdistanê hildiberîne li gorî yasayan radest bike, hinardekirina petrolê dikare di demeke nêzîk de dest pê bike.

Daxuyaniya Wezareta di demekê de ye ku salek di ser rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê re derbas dibe.

APIKURê roja 23ê Adarê raporek li ser ziyan û gotûbêjên li ser rawestandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê belav kir.

APIKURê di rapora xwe de ragihand ku rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê 11 milyar dolar zerer gihandiye Îraqê.

APIKURê di daxuyaniya xwe de gotibû:

“Di 25ê Adara 2023yan de hinardekirina petrolê ya bi rêya boriya Îraq-Tirkiyeyê hatibû rawestandin.

Ji wê demê heta niha ne APIKUR û ne jî kompanyayên endamên wê ti pêşniyarek ji Hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistanê wernegirtiye ku hinardekirina petrolê ji nû ve dest pê bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 216 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:41:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x