Wezîre berê yê Urdinê: Divê welatên erebî pêşiya serxwebûna Kurdistanê nebin asteng

Wezîrekî berê yê hikûmeta Urdinê gotiye, bila welatên erebî li hember zêdebûna hejmoniya Îranê piştgiriyê bidin serxwebûna Kurdistana Başûr.

09.02.2017, Per - 14:55

Wezîre berê yê Urdinê: Divê welatên erebî pêşiya serxwebûna Kurdistanê nebin asteng
Nuçe Belav bike

Wezîrê berê yê ragihandinê yê Urdinê Salih Qelab, di nivîsekî de ku di hejmara îro ya rojnameya Şerqul Ewset de hatiye belavkirin, li ser serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî gotiye, her çiqas Malikî bi ferman û daxwaza Îranê Mûsil teslîmî DAIŞê kir lê hîn jî dixwaze wek peyayê Îranê vegere ser kursiya desthilatê. Vê yekê jî dixwaze bi zora çek û şer her wiha bi alîkariya gelek rêxistinên mezhebî, ku hinek ji wan di bin siya Heşda Şeibî de ne û bi fermana Qasim Suleymanî kar dikin, bike.

Salih Qelab her wiha gotiye, pişta Malikî bi fermandeyên pasdarên Îranê û melayên Tehranê germ e. Ji ber wê jî vê dawiyê dest bi armanckirina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiriye. Serêşî ji bo nûnerê partiya Barzanî, Hoşyar Zêbarî çêkir û bû sebeb ku ew ji hikûmetê were derxistin. Sebeba wê jî hêrsê ew jî bû ku Barzanî nehîştibû korîdorek li nav Herêma Kurdistanê de were vekirin da ku Îran tê de derbasî Sûriyê bibe. Barzanî di salên borî de jî daxwaziyeke wiha ya Îran û Malikî red kiribû.

Wî wezîrê berê yê Urdinê daye zanîn ku Îranê nedixwast Pêşmerge tevlî şerê Mûsilê bibe ji ber ku naxwazin kurd di vê erka baş de bi zêdetirî 60 welatên cîhanê re kar bikin û navê wan derkeve. Çimkî ew hebûna gelê kurd û netewa kurd qebûl nakin. Ji damezirandina dewleta kurdî jî gelekî ditirsin. Di serdema Komara Mehabadê de li Kurdistana Îranê, ku Mela Mistefa Barzanî wezîrê berevaniyê bû, rêjîma wê demê ya Îranê bi alîkariya Yekitiya Sovyetê û Amerîka, komployek li dijî komarê kirin û komar dan rûxandin.

Li gorî wî siyasetmedar û dewletmedarê ereb, Malikî ji ber wê yekê li Barzanî hêrs bûye û wî dijmin xwe dibîne çimkî Barzanî daxwaziyên Îranê red kiriye.

Di berdewamiya gotara xwe de Salih Qelab gotiye, dibe gelek kes nezanibin ku Barzanî çima bi wî rengî bersiva serokwezîrê berê yê Iraqê dabû û gotibû, “eger Malikî dîsa bibe serokwezîrê Iraqê ezê yekser serxwebûnê ragihînim”. Herêma Kurdistanê niha di statûya dewleteke serbixwe de ye û têkiliyên wê yên dîplomatîk bi gelek welatên cîhanê re heye û artêşeka wê ya niştimanî heye bi navê Pêşmerge. Barzanî baş dizane ku Malikî peyayê Îranê ye û ji damezirandina dewleta kurdî jî ditirse û dê bi her awayî dijîtiya wê bike.

Wezîrê berê yê ragihandina Urdinê her wiha daye xuyakirin ku Komara Mehabadê heta niha jî di bîra rayedarên Îranê de maye bi taybet Elî Xaminêyî (rêberê Îranê). Ew baş dizane eger kurd bibe xwedanê dewleta serbixwe dê bibe sebeba parçebûna Îranê. Ji ber ku ditirsin gelên Îranê jî rabin ser piyan bi taybet kurd û azeriyên Îranê.

Salih Qelab ji welatên erebî xwastiye, li hember daxwaziya kurdan bo serxwebûnê bi guman nebin, pêşiya wê jî nebin asteng ji ber ku serxwebûna Kurdistanê dibe sebeba kêmbûna hejmoniya Îranê li Rojhilata Navîn lewma gava ku Barzanî serxwebûn ragihand divê em hemû piştgiriya kurdan bikin da ku ew bigihên mafên xwe.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:18:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x