Piştî serdana xwe ya bo Bexdayê, îro piştî nîvro Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian û Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîştin Herêma Kurdistanê.
Biryar e, her du wezîrên fransî di vê serdana xwe ya bo Kurdistanê de, li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicivin.
Tê gotin ku hevdîtinê de mijarên referandûm serxwebûnê û têkoşîna li hember DAÎŞ'de alîkariyên jibo herêma Kurdistan tê bête gotûbêj kirin.