Xelkê navçeyê li dema xwepêşandanê daxwaz ji Sûpayê Tirkiye û hêzên PKK kir, navçeyên wan vala bikin û meydana şerê xwe ji xelkê sivîl dûr bikin û êdî xelkê navçeyê nekene qurbanî wan hevrikiyan.
Çendîn sal in xelkê navçeyên sînorî yên devera Amêdiyê bi sedema bombebarana balefirên şer ên Tirkiyê û hebûna PKK rastî rewşeke xerab bûn e. Ew jî bi sedema şehîd bûn û brîndarbûna welatiyên sivîl bi sedema topbaran û bombebaranên Tirkiyê û şewitandina rez û baxên wan. Herweha girtin û revandina runiştvanên gundên navçeyê ji aliyê hêzên PKK û bê behirkirina wan, ji jiyan û dahatê navçeyên xwe.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ragihand, Hêzên Ewlekariyê ji bo kontrolkirina rewşê û rêgirtin li her tundutîjiyekê, di hewlên berdewam de ne.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Berevanî ya Tirkiyê bi daxûyaniyekê, êrîşa ser baregahê xwe bi tundîşermezar kir û diyar kir: “ Li bakurê Iraqê hemberê baregehek me bi handan a PKK êrîşek hatiye pêkanîn. Zerer gihiştiye hin alavên me. Beramberî bûyerê rêgirî hatiye kirin”.