YBŞ êjmara qurbaniyên xwe eşkere kir

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya serbi PKKê ragihand, ku di pevçûna li Komelgeha Xanesorê ya Şingalê de 7 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane, ku 2 ji wan gerîlayên HPGê bûne, 20 şervan jî birîndar bûne. Fermandariya Pêşmergeyên Roj jî daxuyand, ku di navbera aliyan de şer jî nîne danûstandin jî.

04.03.2017, Cts - 16:07

YBŞ êjmara qurbaniyên xwe eşkere kir
Nuçe Belav bike

Fermandariya Giştî ya YBŞê ya serbi PKKê ve derbarê pevçûna duh sibê ya li Komalgeha Xanesorê ya nahyeya Sinûnê ya Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

YBŞê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku roja 3ê Adarê di navbera şervanên wan û Pêşmergeyên Rojava de pevçûn derketiye û 3 demjimêran ajotiye û di encamê de jî 7 endamên wan canê xwe ji dest dane û 20 jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya YBŞê 2 gerîlayên HPGê jî jiyana xwe jidest dane.

YBŞê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir, ku pêşmerge amadekariyan dike da ku tevahiya Şingalê kontrol bike.

Efserê Leşkerên Roj ên Pêşmergeyên Rojava Qadir Şêx Memî jî ji Rûdawê re ragihand, ku hêzên wan li nêzîkî Komelgeha Xanesorê bicîh bûne û got; “Niha rewş aram e. di navbera me û YBŞê de ne şer heye û ne jî guftûgoyên aştiyê.”

Li gorî agahiyan di şerê doh de 4 Pêşmergeyên Rojava jî birîndar bibûn.

Roja 3ê Adara 2017ê, li rêbendeke Komelgeha Xanesorê di navbera pêşmergeyên Leşkerên Roj û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de pevçûn derket.

Ji bo aramkirina rewşê, duh berpirsên Wezareta Pêşmerge û û fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Gel (HPG) civiyabûn. Di civînê de biryara agirbestek 24 demjimêrî hatibû wergirtin.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1834 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x