YNKê: Bilindkirina alaya PKKê li Kerkûkê li dijî qanûnê ye

Parlamenterekî YNKê dibêje, bilindkirina alaya PKKê li nav Kerkûkê li dijî Qanûna Esasî ya Iraqê ye.

10.05.2017, Çar - 13:30

YNKê: Bilindkirina alaya PKKê li Kerkûkê li dijî qanûnê ye
Nuçe Belav bike

Parlamenterê YNKê li parlamentoya Iraqê Mihemed Osman li ser bilindkirina alaya PKKê li nav Kerkûkê ji BasNewsê re got, li gorî Qanûna Esasî ya Iraqê ji bilî alaya Iraq û alaya Kurdistanê nabe ti alayeka din li Kerkûkê were bilindkirin ji ber wê jî bilindkirina PKKê li Kerkûkê li dijî qanûnê ye.

Mihemed Osman her wiha got, çend roj berê Eniya Turkmanî ya Iraqê di salvegera damezirandina xwe de alaya Tirkiyê li ser baregeha xwe bilind kiribûn. Wan li dijî bilindkirina alaya PKKê ew kar kiribû. Ji ber nabe PKK rê bide tiştên wiha.

Rêveberiya Kerkûkê: Em spasiya PKKê dikin lê bila hêzên xwe vekişin!

Rêveberiya Kerkûkê bilindkirina ala PKKê red kir û daxwaz kir, ku PKK hêzên xwe yên li Kerkûkê vekişe û vegere cihê xwe yê li hatiye.

Qaymiqamê Kerkûkê Kamil Saleyî liser pirsekî Rûdawê ya derbarê hebûna PKKê û bilindkirina alê li vî bajarî got: “Eger PKK beşdarî şer bibe em spasiya wan dikin. Lê nabe werin li vir bicîh bibin û neçin. Divê PKK vegere cihê xwe û karê xwe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1480 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:20:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x