150 deverên Rojavayê Kurdsitanê hatin bombebarankirin: 2 milyon welatî mexdûr bûne

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku Tirkiyeyê 150 deverên li “bakur û rojhelatê Sûriyeyê” bombebaran kirine.

27.10.2023, Cum - 11:07

150 deverên Rojavayê Kurdsitanê hatin bombebarankirin: 2 milyon welatî mexdûr bûne
Nuçe Belav bike

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan rapora xwe ya têkildarî encamên êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdsitanê belav kir.

Li gorî rapora Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşîn ve, 150 deverên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine û nexasim jî jêrxaneyên li deverê dike armanc.

Herwiha hat ragihand ku ji ber êrişan 18 wêstgehên avê ji kar ketine û careke din ava wêstgeha Elokê li ser Hesekê hatiye qutkirin.

HRW got, tevî rewşa aborî ya xirab, welatî neçar dibin avê bikirin.

“Saleke av nayê taxa me”

Welatiyeke wiha mexdûriyeta xwe anî ziman, “Ev salek e av nagihêje taxa me. Em avê dikirîn lê av ne paqij e. Carekê me av kirî, aveke zer bû.”

Welatiyeke din jî got, “Kar nîne, mûsim nîne. Xelk hejar e û tevî wê jî neçar e avê bikire. Em neçar in li nava kolanan xwe bişon. Ji ber ku ava em dikirin, em ji bo şûştinê bi kar nayînin.”

Di beşeke din a raporta HRWyê de behsa encamên xirab ên qutkirina avê yên li ser Hesekê tê kirin.

Li gorî raporê welatî ava gemar vedixwin û ew jî dibe sedem ku nexweşiya hinavêşê belav bibe.

Têkildarê nexweşiyên belav bûne welatiyekî got:

“Kurê min bi nexweşiya hişkbûnê ketiye, ji ber ku navçûn bi wî re çêbûye. Ava em vedixwin ne paqij e û ev jî dibe sedema nexweşiyan.”

Bijîşk Ebdulrehman Silêman got:

“Bê av karê nexweşxaneyê bi rê ve naçe. Carinan em tên neştergeriyê bikin, av nîne em destê xwe bişon. Ev bandorê li karê me dike.”

Tirkiyeyê 5ê mehê, bi dron û balafiran êrişî Rojavayê Kurdistanê kir.

Ji ber têkdana wêstgehên av û elektirîkê, 2 milyon welatî mexdûr bûn. Di heman demê de, ziyanên mezin gihişt nexweşxaneyan û tendirsutiya welatiyan.

HRW-Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 187 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:58:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x