Thomas Barrack bi Mezlûm Ebdî re axivî

Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack bi telefonê bi Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivî û peyama berdewamiya piştgiriya li dijî DAIŞê da.

31.05.2025, Cts - 10:30

Thomas Barrack bi Mezlûm Ebdî re axivî
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Al-Monitorê, Nûnerê Serokê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack doh bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê HSDyê re axivî.

Divê were gotin ku Barrack berê Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê bû.

Li gorî çavkaniyên Al-Monitorê, Barrack ji Mezlûm Ebdî re diyar kiriye ku dê piştgiriya Amerîkayê ya di şerê li dijî DAIŞê de ji bo HSDyê berdewam bike.

Her wiha Nûnerê Serokê Amerîkayê, Mezlûm Ebdî piştrast û teşwîq kiriye ku dan û standinên kêmkirina aloziyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê di navbera HSD û Tirkiyeyê dê berdewam bikin.

Pêşniyara civîna bi Mezlûm Ebdî re

Li gorî nûçeyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê pêşniyar kiriye ku Hakan Fîdan an Serokê Îstixbarata Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bi Mezlûm Ebdî re li Şamê hevdîtinekî bike.

Ev hevdîtin piştî ku şandeya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ya bi endamên Hikûmeta Sûriyeyê re bicive dê li Şamê pêk were.

Çavkaniyên ku nexwestin navê wan were eşkerekirin, gotine ku civîna di navbera Ebdî û rayedarên payebilind ên Tirkiyeyê de li gorî encama danûstandinên li Şamê pêk were.

Daxwazên Kurdan

Serkirdayetiya Kurdên Sûriyeyê berdewam diyar kiriye ku ew dixwazin statuya xwe ya xweser biparêzin.

Ew dixwazin HSD wekî heta ku tevlî artêşa Sûriyeyê bibe wekî hêzeke yekgirtî bimîne.

Ev yek di peymana 10ê Adarê de  di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de hatiye îmzekirin jî hatiye plankirin.

Ehmed Şer alîgirê sîstemeke navendî ya tund e.

Li gorî Al Monitorê Ehmed Şer razî bûye ku Kurd xwedî hêzên xwe yên polîs û şaredariyên xwe yên îdarî bin lê ew red dike ku xweserî ji bo ti pêkhateyên welêt di destûrê de were fermîkirin.

Rewşa Bendava Tişrînê

Di navbera HSD û Sûriyeyê de pirsgirêkên din ên neçareserkirî hene.

Bi taybetî kontrola Bendava Tişrînê ku bû sedema şerekî dijwar di navbera HSD û komên çekdar ên nêzîkî

Siyasetmedara Kurd Foza Yûsifê ji Al-Monitorê re eşkere kir ku hikûmeta navendî dixwaze hêzên wê Pira Qereqozaqê kontrol bikin.

Ev pir herêmên rojavayê Çemê Feratê bi herêma di bin kontrola Kurdan re ku li rojhilatê wê ye girê dide.

Ev pira stratejîk 40 kîlometre ji bendavê dûr e.

Di destpêka Kanûna Pêşîn a 2024an de li her du herêman di navbera HSD û komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê şerêkî dijwar pêk hat.

Bi navbeynkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) şer di destpêka adarê şer bi dawî bû.

HSD Bendava Tişrînê ji bo parastina Kantona Kobaniyê gelekî girîng dibîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:25:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x