4 sal di ser êrîşa li ser Girê Sipî û Serêkaniyê re derbas dibin

Berî 4 salan, di roja 9ê Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyeyê bi êrîşên asmanî dest bi operasiyona xwe ya dagîrkirina Serê kaniyê Girê Sipî û kir.

09.10.2023, Pts - 08:01

4 sal di ser êrîşa li ser Girê Sipî û Serêkaniyê re derbas dibin
Nuçe Belav bike

Roja 6 Cotmeha 2019 rêveberiya Amerîkî bi serokatiya Donald Trump biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji bakurê rojhelatê Sûriyê da. Operasiyona Tirkiyê jî li 9 Cotmehê bi êrîşên asmanî dest pê kir. Piştre topxaneya Tikriyê bajarên Girê Sipî, Qamişlo, Eyn Isa û Serê Kaniyê kirin armanc.

Di wê operasiyonê de ku 14 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê beşdar bûn, di roja 13 Cotmehê de artêşa Tirkiyê û komên bi ser ve, karîn dest danin li ser tevahiya bajarokê Girê sipî.

Operasiyona artêşa Tikriyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li Serê Kaniyê berdewam bû. Roja 17 Cotmeha 2019an artêşa Tirkiyê karî Serê Kaniyê dorpêç bike. Di heman rojê de jî hikûmeta Tikriyê razî bû ku agirbestekê ji bo heyama 5 rojan rabigihîne, da hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bajar derkevin.

HSD li ser agirbestê razî bû lê red kir 30 k.m ji sînor vekişe û şer di navbera her du aliyan de careke din dest pê kir û her du alî hev bi binpêkirina agirbestê tometbar kirin. Wê demê jî artêşa Tirkiyê çekên qedexekirî yên wekî Fosfora Sipî bikar anî.

Ji bilî rêkeftina bi Amerîkayê re, Tirkiyeyê derbarê rojhilatê Firatê di 22 Cotmehê de bi Rûsiyê re jî rêkeftinek îmze kir ku giringtirîn xalên wê, dûrkirina HSD ji sînor û Belavbûna hêzên sînorparêz ên Sûrî li şûna wan û birêvebirina gerên hevbeş ku heta nIha ew ger berdewam dikin.

Di 20 Cotmehê de jî rê ji bo Heyva Sor a Kurdî hate dan ku derbasî Serê Kaniyê bibe û birîndaran veguhêze. Di heman rojê de jî bi navbênkariya Amerîka, HSDê biryara vekişandina xwe ji Serê Kaniyê da.

Di operasiyona Girê Sipî û Serê Kaniyê de û li gorî amaran, 125 welatiyên sivîl li aliyê Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn, di nava wan de jî Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Hevrîn Xelef. Ji HSDê jî 272 şervanan canê xwe ji dest dan.

Ji aliyê hêzên Tirkî ve jî 10 leşker û 205 çekdarên opozîsyona Sûriyê hatin kuştin.

Her wiha di encama operasiyonên Tikriyê de li her du bajarên Kurdistanî Serê Kaniyê û Girê Sipî, bêhtir ji 300 hezar kesî koçber û derbider bûn.

Tirkiye di vê operaysonê de tê tometbarkirin ku çekên qedexekirî (gaza fosforê) di êrîşa li Serê Kaniyê de bikar aniye ku di encamê de hejmarek ji zarokan şewitîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 727 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:31:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x