5 kes bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn

Nêzîkî bajarokê Mebrûkeyê yê li rojavayê navçeya Serê Kaniyê cendirmeyên Tirkiyeyê welatiyên Sûriyeyê gulebaran kirin.

10.10.2023, Sal - 17:17

5 kes bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Di encama vê gulebaranê de 2 kes birîndar bûn, cendirmeyan 8 kes jî girtin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, dema van kesan dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibin cendirmeyên Tirkiyeyê ew gulebaran kirine.

Herwiha cendirmeyên Tirkiyeyê li bajarokê Silqînê yê li rojavayê Îdlibê jî henek kesên ku dixwest sînor derbas bikin dan ber guleyan.

Li vê derê jî 3 kes birîndar bûn û cendirmeyan 16 kes girtin.

Li gor heman çavkaniyan, Tirkiyeyê di heman rojê de 650 koçber dersînorî Sûriyeyê kirine.

Li aliyê din, Tirkiyeyê ji destpêka ve mehê ve 3 hezar û 800 koçberên Sûriyeyî dersînor kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 376 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:07:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x