6 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundewarê Efrînê hatin kuştin

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê 4 çekdarên grûpa Feyleq El-Şamê di encama şerê li hember HSD û hêzên rêjîmê de hatin kuştin.

26.12.2022, Pts - 10:40

6 çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundewarê Efrînê hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî şer û pevçûnên tund di navbera HSD û rêjîma Sûriyê ji hêlekê ve û çekdarên grûpa Feyleq El-Şam ji hêleke din ve li nêzîk xaka gundê Burc Heyder û Beradê yên navçeya Şêrawa ya gundewarê Efrînê de derketin.

Da zanîn jî, di encama pevçûnan de 6 çekdarên grûpa Feyleq El-Şam hatin kuştin û 4 çekdarên din jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, hêzên HSD û rejîma Sûriyê karîn ji du aliyan ve bi pêş biçin û dest deynin ser du xalên Feyleqa El-Şamê û kontrol bikin.

Feyleq El-Şam ku bi navê “Feyleq Hums” jî tê naskirin, hevalbendiyek ji 19 komên opozisyona îslamî ye, di destpêka sala 2018an de bi artêşa Tirkiyê re êrîşî ser herêma Efrînê kirin û dagîr kirin.

Hejmarek gundên navçeya Şêrewa wek (Soxanek, Bênê, Ziyaret, Aqîbê, Bircikê Silêmên) yên nêzîkî her du gundên Şîenişîn (Nubil û Zehra) neketibûn destê artêşa Tirkiyê û di destê YPG/HSD de mane, hêzên rêjîma Sûriyê jî lê bicih dibin.

Rewangehê belav kir jî, şeva Yekşem/Duşemê pevçûnên dijwar bi çekên giran û navîn di navbera grûpên “Artêşa Niştimanî” a opozîsyona Sûriyê ji hêlekê ve û hêzên HSDê û rêjîmê ji hêleke din ve, li eniya Ebla li gundewarê bajarê Babê li rojhilatê Helebê derketin, bêyî ku ti agahî li derbarê ziyanên canî de bê bidestxistin.

Rewangehê ragihand jî, mûşekek ku ji navçeya hêzên ser bi Tirkiyê ve hatibû avêtin li malekê li gundê Tinib ê navçeya Şara ya Efrînê ket, di encamê ciwanekî 16 salî hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:16:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x